Li Dragûîgnanê ji bo Jîna Emînî porên xwe jêkirin

Di çalakiya ji bo Jîna Emînî ya li bajarê Dragûîgnan a Fransayê de jin û mêrên Kurd bi jêkirina porên xwe bertek nîşanî dewleta Îranê dan.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Dragûîgnanê roja Şemiyê di saet 18:00’an de li ber avahiya walîtiyê destpê kir.

Meş heta çerxerêya bajêr dewam kir. Çalakvanan di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TJK-E û PKK’ê hilgirtin.

Çalakvanan bi domdarî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Her wiha li qada Dragûîgnanê deqeyek rêz hat girtin.

Di çalakiya ku ji bo Jîna Emînî ku di 13’ê Îlonê de bi hinceta ku pora wê xuya kiriye bi êrîş û êşkenceya “polîsên exlaq” ve li Tehranê hat qetilkirin de, jin û mêr ji bo şermezarkirina dewleta Îranê porên xwe jêkirin.