Li Dortmûndê gerîlayê HPG’ê Awaz hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Tekoşer Awaz (Nesîm Atay) ê 21’ê Tîrmeha 2019’an di operasyoneke ya dewleta Tirk a li Çewligê de şehîd bûbû, li bajarê Dortmûnd a Elmanyayê hate bibîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Nesîm Atay ê di operasyoneke ya dewleta Tirk a li Çewligê de şehîd bûbû, li bajarê Dortmûnd a Elmanyayê hate bibîranîn.

Bîranîna ku ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hate lidarxistin, malbat û xizmên Atay ên li Dortmûndê bû jî amade bûn.

Di axaftinên hatin kirin de ev hate gotin: “Em rê nadin ku ala şehîd bikeve erdê, berdêl çi dibe bila bibe, heta hestreta şehîdên xwe pêk bînin çi ji destê me bê em ê bikin.

Hate gotin ku divê li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu kes bêdeng nemîne.

Bîranîn bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.