Li Dortmûndê berxwedêrên 14’ê Tîrmeh û Diyar Xerîb hate bibîranîn

Li bajarê Elmanya Dortmûndê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ku 5’ê Tîrmehê şehîd bûbû, hatin bibîranîn.

Merasîm duh (înê) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Li ser navê Nûnerê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) û Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) axaftin hatin kirin.

Di merasîmê de kadroyên pêşeng ên PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ku 5’ê Tîrmehê di êrîşa hewayî de şehîd bûbû, hatin bibîranÎn.

Di axaftinan de qala girîngiya berxwedana zindana Amedê hate kirin û encamên wê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin nirxandin.