Li Dortmûnd, Dusseldorf û Montpellîerê çalakî hatin lidarxistin

Çalakiyên li Ewropa yên ji bo balkişandina li ser berxwedana Leyla Guven ku ev 75 roj e li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, didomin.

Li bajarên Elmanya Dortmûnd, Dusseldorfê û li bajarê Fransa Montpellîerê çalakî hatin lidarxistin.

DORTMÛND

Li bajarê Elmanya Dortmûndê ji bo balkişandina li ser berxwedana Leyla Guven çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û banga xwedîderketina li berxwedana Leyla Guven hate kirin.

Di axaftinan de hate diyar kirin ku heta daxwazên Leyla Guven pêk neyê wê çalakî bidomîn û wiha hate gotin; “Di pêvajoya pêşiya me de em ê xwedî li daxwazên Leyla Guven û hemû hevalên di çalakiya greva birçîbûnê de derbikevin. Heta Rêber Apo azad nebe wê çalakiyên me bidomin.”

DUSSELDORF

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê ji bo piştgirîdayîna Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Înîsyatîfa Jinan a Nalîn Mûş a Dusseldorf û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Dusseldorfê saet 17:00’an li pêşiya Îstasyona Trenê ya Navenda Dusseldorfê pêk hat. Di çalakiyê de pankarta “Tecrîda li ser Ocalan em bişkênin, faşîsmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ û dovîzên li ser “Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd were rakirin’ , ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne’ û ‘Leyla Guven ne bi tenê ye’ hate hildan.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û çalakî bi dirûşmeya ‘Bijî piştevaniya gelan’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

MONTPELLÎER

Li bajarê Fransa Montpellîerê ji bo balkişandina li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan, çalakiyek hate lidarxistin.

Girse li Qada Comedîeyê li hev civiyan û ji bo balê bikêşin li ser bêdengiya li dijî berxwedana Leyla guven ku 75 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, devê xwe bi maskeyê girtin.

Çalakî ji aliyê komîna jin ve hate lidarxistin û hate gotin ku pêvajoya Leyla Guven tê de gelek kiritîk e.