Li dijî tecrîdê ji bo KE û CPT’yê name hatin şandin
Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî ya li Strasboûrgê dewam dike, li gel vê bi nameyên ji bo KE û CPT’yê hatine şandin banga lezgîn a têketina tevgerê hatiye kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî ya li Strasboûrgê dewam dike, li gel vê bi nameyên ji bo KE û CPT’yê hatine şandin banga lezgîn a têketina tevgerê hatiye kirin.
Çalakiya greva birçîbûya ya bê dorveger û bê dawî ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin dewam dike, ji bo Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ên bêdengin di asta takekesî û saziyan de name hatin şandin.
Name raste rast xîtabî Sekreterê Giştî yê KE’yê Thorbjorn Jagland û CPT’yê hatine kirin.
‘FIKARÊN EWLEKARÎ Û TENDURISTIYÊN YÊN LI SER OCALAN GIHIŞTIYE ASTA HERÎ JOR’
Di nameyan de hatiye gotin ku ev nêzî 3 sal in ti agahî ji Ocalan nagirin û hate gotin ji rewşa wî bi awayekî cid bi fikra in.
Di nameyê de ev tişt hate gotin: “Gelê Kurd û dostên wan ev 3 sal in bi ti awayî ji rewşa Birê Abdullah Ocalan di nav de dijî ti agahî negirtiye.” Hate gotin fikarên wan ên ewlekarî û tenduristiyê gihiştine asta herî jor.
‘ERKA XWE YA SERKE BI CIH BÎNIN’
Di nameyan de çalakiya grevên birçîbûnê tê bibîrxistin û bal hate kişandin tevî hemû serlêdanên parêzer û malbatan dewleta Tirk bi awayekî bê hiqûqî astengiyan derdixe.
Di nameyan de ev tişt hate gotin: “CPT weke erka xwe ya sereke divê guh bide dengê bi milyonan kesî, daxwaza ji we dikin ku bê ku bibe direng bi erka xwe rabin û bi lezgîn biçin Greva Îmraliyê hevdîtinê li gel Birê Ocalan bikin.”
Name bi rêya e-mail, posta û faksan hatine şandin.