Li dijî nijadperestî û faşîzmê meşeke dirêj li Londonê hat kirin

Li Londonê, bi hezaran kes bi banga ‘Stand Up to Racism’ û Kongreya Sendîkayên Skoçyayî STÛC’ê, hatin ba hev û li dijî îslamofobî, antîsemîtîzm û faşîzm û rastgiriya radîkal meşiyan.

Bi hezaran kesên ku bi banga Kongreya Sendîkayên Skoçyayî (STÛC) û Stand-Up to Racismê li Londonê ku paytexta Îngilistanê ye û Glasgow û Cardîffê hatin ba hev, Yasaya Koçê ya Dijyasayî protesto kir.

Bi hezaran kes ku li ber avahiya BBC’yê ya li Londonê hatin ba hev, polîtîkaya hikûmeta mihafizekar a li dijî koçberan û şandina Rûandayê ya koçberan teşhîr kirin.

Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ku li Londonê têkildarê koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî xebatên etnîk dike jî tevlî mîtîngê bû. Piştî mîtîngê, meş hat kirin. Gava meşê ku ji ber avahiya BBC’ê destpê kir, dirûşmeyên “Em tev koçber in û li vê derê ne”, “Bila sînor rabibin, dawî li şandinê bê anîn”, “Hûn nikarin me ji hev cuda bikin” berz kirin.

Ji ber ku îro 18’ê Adarê Roja Piştevaniya Bi Girtiyan re ya Navneteweyî ye, Platforma Dengê Girtiyan jî bi pankartê li ser “Bila girtiyên nexweş bên berdan” nivîsandî, meşiya. Meş, li ber avahiya parlamentoyê, bi lidarxistina mîtîngê qediya.