Li dijî komployê wê 15 rojan bênavber çalakî werin lidarxistin

KCDK-E’yê diyar kir ku di navbera 1-15’ê Sibatê de li hemberî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di qada navneteweyî de çalakî werin lidarxistin.

Di daxuyaniya Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Beriya niha 22 salan komploya navneteweyî hatibû destpêkirin. Vê komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de hatiye kirin, gelê Kurd di serî de li dijî gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Hêzên navneteweyî û desthilatdariyên herêmî yên paşverû gotin qey ew ê karibin fikrên çareseriyê yên Rêber Apo wê werin astengkirin. Hêzên global û herêmî bi dîlgirtina Rêber Apo re gotin wê qey pêşiya fikra azadiya gelan bigirin.

DIVÊ HER KES LI HEMBERÎ REJÎMA AKP-MHP’Ê BIBE YEK

Fikrên Rêber Apo di pêvajoya dîlgirtinê ya 22 salan de mezin bûye û ji gelên Rojhilata Navîn û gelên dinyayê re bûye çavkaniya îlhamê. Li Îngîltere, Ewrûpa, Efrîka û gelek cihên dinyayê  sendîka, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar ji bo li Kurdistan û Rojhilata Navîn demokrasî, wekhevî û çareserî pêk were û ji bo azadiya Rêber Apo bi awayekî bi çalak dixebitin û platforman ava dikin.

Di navbera 1-15’ê Sibatê de bi şîara ‘Em komployê ji bîr nakin û em ê nedin ji bîr kirin’ wê bi çalakiyên global li her dera dinyayê çalakî werin lidarxistin. Di sala 22’emîn a komploya 15’ê Sibatê de em ketine vê pêvajoyê ku wê pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo hêzên komplogeran têk bibe.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Ji 1’ê Sibatê heta 15’ê Sibatê wê li her qadan çalakî bênavber werin kirin.

Li hemû welat û eyaletan wê meşên dirêj ên ji bo 3 rojan were kirin.

Di 1’ê Sibatê de wê li 22 navendan Pirtûkxaneya Gerok a Rêber Ocalan li bajarên cihê yên Ewropa, Kana û Evûstralyayê bigere, li ser esasê danasîna fikrên Rêbertî wê pirtûk û broşurên ji pirtûkên Rêbertî were belavkirin. Wê çalakiyên pirtûkxaneya gerok li van deran were kirin, Parîs, Amsterdam, Viyana, Roma, Atîna, Toronto, Bruksel,Marsîlya, Zurîh, Stockholm- Kopenhag, Helsînkî, Oslo, Berlîn, Koln, Dortmûnd, Frankfûrt, Stûttgart, Darmstadt, Hambûrg, Kassel, Londra, Sîdney û Kibris.

Di heman demê de wê li eyaleta NRW, Hambûrg, Berlîn, Hannover, Kassel, Sachen, Frankfûrt ên Elmanyayê wê li gelek bajarên Fransa, Swîsre, Swêd, Danîmarka, Norweç, Fînlandiya, Evûstûrya, Îtalya, Îngîltere, Belçîka, Hollanda, Evûstûrya, Yewnanistan û Kibrisê wê çalakî werin lidarxistin.

Di 13’ê Sibatê de li Strasboûrgê wê meşeke dirêj û mîtîngek were lidarxistin.

Meşa dirêj a hevpar a enternasyonalîst û ciwanên Kurd di 5’ê Sibatê de ji Frankfûrta Elmanyayê dest pê bike û di 12’ê Sibatê de li Strasboûrgê biqede.

Di 15’ê Sibatê de ciwan wê li her qadê meşên bi meşale li dar bixin.

Di 15’ê Sibatê de bi pêşengiya TJK-E’yê li hemû welat û bajaran wê li pêşiya konsolosxaneyên Tirkiye û DYE mîtîng werin lidarxistin.”