Li dijî hevkariya AXA-OYAK’ê çalakî

Şirketa sîgortayê ya Fransayê AXA, ji bo faşîzma Tirk yek jî çavkaniyên herî girîng e. Piştî bi OYAK’ê re hevkarî da destpêkirin, RîseUp4Rojava jî ket tevgerê û dê hefteyekê çalakiyan pêk bîne.

Şirketa sîgortayê AXA piştî bi Saziya Alikkariya Artêşa Tirk (OYAK) re hevkariya xwe îlan kir, bertekên li dijî AXA’yê zêde bûn. Bi 21’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pê ve, li qada navneteweyî de, biryara starta çalakiyan hat dayîn.

Biryara çalakiya îro ji hêla RiseUp4Rojava ve, li kantona Neuchâtel a li Swîsreyê hat dayîn. Li ser banga anarşîstên di nava Fédération libertaire des Montagnes de cih digirin, bi hevkariya aktivîstên Komîteya Rojava re li ber şirketa AXA çalakî li darxistin.

Çalakvanan bi pankartên li ser nivîsa “Ji Rojava û Filistînê re azadî” ketin avahiya AXA’yê, demek dirêj dirûşme berz kirin û belavokên bi zimanê Fransî belavkirin.

Piştî demekê çalakvanan bi rayedarên AXA’yê re hevdîtin pêk kanîn û ji wan xwestin ku ew piştgiriya xwe ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk vekişînin û hevkariyên xwe yên bi dewleta Tirk re bi dawî bikin.

Koma çalakvanan piştre derketin derveyê avahiyê û li vir daxuyanî dan. Çalakvanan bal kişandin ser şoreşa Rojava ya ku 10 sal li du xwe hişt û ev tişt gotin: “Gelê Rojava bi têkoşîna xwe ya bêhempa, jiyana xwe ji nûve saz kirin û jinan bi têkoşîneke mezin xwe ji nûve bi rêxistin kirin. Lê di serî de dewleta tirk, gelek komên cîhadî êrîşê pergala wan dike. Di serî de şirektên wekî AXA yê û gelek şirketên Ewropayê, li ser şerê li herêmê tê meşandin xwe dewlemend dikin. Bi faşîzma dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ne.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku saziyên aboriyê di pişt perdeyê de piştgiriyeke mezin didin rejîma Erdogan û bal kişandin ser AXA’ya di sala 1961’an de hatiye avakirin û wiha hat gotin: “Ev saziyên aboriya ji şer re xizmetê dikin. AXA û OYAK bi taybetî di warê şer û talanê de din ava hevkariyan de ne. OYAK ji xwe yek jî binesaziya şer a artêşa Tirk e. Wekî saziyeke kapîtalîst tev digere.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku li dijî faşîzma dewleta Tirk, divê her kes bikeve nava şerê parastinê û di her warî de jiyana azad bê avakirin.