Li Den Haagê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li Den Haagê dijîn bi merasîmekê şehîdên meha Gulanê bibîranîn.

Ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê û şehîd Zîlan li navenda Den Haagê merasîmek ya bîranînê hate lidarxistin. Merasîm di saet 15:00’an de bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyana hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek derbarê şehîdên meha Gulanê û jiyan û berxwedana wan hate pêşkêşkirin.

Piştî sînevîzyonê axaftin hatin kirin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Hollandayê, Meclîsa Jin a Şehîd Ronahî û Meclîsa Giştî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hate kişandin ser berxwedana efsanevî ya şehîdên meha Gulanê, rewşa siyasî ya li Kurdistanê, girtina parlementerên gelê Kurd, berxwedana Rojava û yekîtiya netewî.

Merasîm bi dirûşma “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.