Li Den Haagê jinên ji neteweyên cihê di panelê de li hev civiyan

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê nûnerên jinan ên ji neteweyên cihê di panelekê de li hev civiyan.

Panel roja Şemiyê li Navenda Gelê Kurd a Den Haagê pêl hat. Nûnerên sazî û rêxistinên jinan ên li Perû, Arjantîn, Îran, Efganistan, Fîlîpîn, Kurd û Hollendî tevlî panelê bûn.

Nûnerên jinan di panelê de qala têkoşîna li welatê xwe kirin û diyar kirin ku sedema şîddeta li ser jinê, pergala mêrserwer û zayendparêziya civakî  ye.

Ji Perûyê Adrîana Lorenzo, ji Erjantînê Lorena Rîvîra, ji Îranê Ferîde Faraz, li ser navê seroka penaberên ji Efganistanê Lona Walî û berdevka TJK-E’yê tevlî panelê bûn.

Di bernameya çandî ya panelê de jî Marîkît Satûray, dansmenda ji Fîlîpînê Mîtch Satûray, hunermend Zeynep Mêrdînî û Nûrî Xezal cih girtin.