Li Danîmarkayê bi meşeke dirêj komplo hate protestokirin

Li Danîmarakayê Kurdistaniyan bi meşeke dirêj komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li Danîmarkayê bi meşa ku li paytext Kopenhagê hatî lidarxistin komploya navneteweyî protesto kirin.

Meşa dirêj bi banga NCDK’ê û Meclisa Jinan a Sêvê seat 10:00’an ji ber NCDK’ê dest pê kir.

Kurdistanî û dostên wan ji semta Herlev heta ber Parlementoya Danîmarkayê meşiyan.

Axaftvanan di meşê de bal kişandin li ser berxwedana li Garê û deqîqeyekê rêz hate girtin. Di tevahiya meşê de Kurdistanî û dostên wan dirûşme berz kirin û belavok belav kirin.

Meşa ku 16 kîlometre dom kirî de, li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Faşîst dîktator, katîl Erdogan” berz kirin.

Çalakger ji aliyê gel ve li ber Parlementoya Danîmarkayê bi coşek mezin hatin pêşwazî kirin.

Di mitîngê de li ser navê Extensîon Rebelîon û Meclîsa Jinan a Sêvê axaftin hatin kirin û çalakî bi banga ji bo tevlîbûna meşa protestoyî ya ku 15’ê Sibatê li ber Sefaretxaneya Tirkiyê were lidarxistin, bi dawî bû.