Li Danîmarka û Yewnanistanê dewleta Tirk hate protestokirin

Li paytexta Danîmarka Kopenhag û paytexta Yewnanista Atînayê û bajarê Selanîk bi hezaran kes daketin qadan û dewleta Tirk protesto kirin.

KOPENHAG
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Rojava Allînace, Koma Piştevaniya bi Kurdistan û PYD Danîmarka çalakiyek hate kirin û êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Li ser navê saziyên tevlî çalakiyê bûne axaftin hatin kirin û di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava hate şermezarkirin.

ATÎNA
Bi hezarna kesên li paytexta Yewnanistan Atînayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk protestokirin. Endamên rêxistinên çep û sosyalîst jî destek dan çalakiyê. Di daxuyaniya hate dayîn de êrîşa dagirker a Tirk hate şermezarkirin.

SELANÎK
Kurdistaniyan bi girseyî dagirkeriya Tirk li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê jî bi alên PKK, YPG û YPJ’ê şermezar kirin.