Li daîreya çekan a Elmanyayê çalakiya bêîtaetîya sivîl!

Li Elmanyayê li dijî daîreya ku biryara firotina çekan dide, çalakiya bêîtaetiyê hate lidarxistin.

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê li dijî daîreya ku biryara firotina çekan dide, çalakiya bêîtaetiyê hate lidarxistin.

Bi dehan ciwanên çalakgerê ‘Yoûng Strûggle’ ketin nava daîreyê û piştgiriya şer û dagirkeriyê protesto kir. Girse li pêşiya avahiyê kom bûn û pankartên li dijî dagirkeriya Rojava vekirin.

Ji ber eleqedarbûna çapemenî û medyayê polîsan mudaxeleyî çalakiyê nekirin. Lê piştre şîddet kirin û 2 ciwan destgîr kirin.