Li Churê ji bo Rojava çalakî hat lidarxistin

Li Churê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava çalakî hat lidarxistin û peyama, “Çi dibe bila bibe em ê tevî her tiştî Şoreşa Rojavayê biparêzin” hat dayîn.

Kurdistaniyên li bajarê Churê ya Swîsreyê dijîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên 27’ê Mijdarê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne daketin qadan.

Çalakî bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Bahnhofplatzê hat lidarxistin û çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Rojavayê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre metna çapemeniyê ya bi Elmanî hat xwendin. Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran di çalakiyê de axivî. Ayşe Acar Başaranê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konsepta şerekî sîstematîk e û got: “Ev şerê ku Şoreşa Rojava kiriye hedefa xwe, di esasê xwe de şerekî li dijî jin, zarok û mirovahiyê ye. Çawa ku me duh li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê têkoşîn da û me Şoreşa Rojavayê afirand, li dijî van êrîşan jî çi dibe bila bibe em ê şoreşê biparêzin.”