BI DÎMEN

Li Cenevreyê sîstema êşkenceyê û berxwedana li Îmraliyê ya 25 salan tê nîqaşkirin

Li Cenevreyê bi sernava “Li cîhanê û Tirkiyeyê girtiyên siyasî” konferansek tê lidarxistin. Kesên ku di qada xwe de pispor beşdarî konferansê bûn û sîstema êşkenceyê û berxwedana li Îmraliyê nîqaş dikin.

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de ku 10’ê Cotmehê li seranserê cîhanê hate destpêkirin, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi sernava “Li Cîhanê û Tirkiyeyê girtiyên siyasî” konferansek tê lidarxistin. Kesên ku di qada xwe de pispor weke axaftvan beşdarî konferansê bûn. Konferans li Unî Maîl a Zanîngeha Cenevreyê ye. Di sê rûniştinan de wê bi sernavên cuda panel bên lidarxistin û axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê endama Komeleya Xwendekarên Kurd a Zanîngeha Cenevreyê (ADEK) Hêlîn Saglam ve hate kirin.

Hêlîn Saglam anî ziman ku konferans ji bo nirxandina rewşa girtiyên siyasî hate lidarxistin û xwest ku ev konferans bibe wesîleya hiqûq û edaletê. Hêlîn Saglam qala zehmetiyên ku girtiyên siyasî li Tirkiyeyê pê re rû bi rû dimînin, kir.

Piştî axaftina vekirinê di rûnişina yekem a konferansê de bi sernavên “Girtîgeh çima hatin avakirin û ji bo girtiyên siyasî çi wateyê îfade dike”, “Ji bo muxalîfan avakirina girtîgehan” û “Girtiyên siyasî yên li cîhanê” panelek hate lidarxistin. Bi moderatoriya parêzvana mafên mirovan a Swîsreyî Elîsabeth Decrey Warner panel hate lidarxistin. Yek ji endamê berê yê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Pisporê Tiba Edlî û Hiqûqnas Jean-Pîerre Restellînî ku di sê demên cuda de serdana Îmraliyê kiriye û ji Parêzerên Baroya Brukselê Jan Fermon semîner dan.

DECREY WARNER: JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN HER KES DIKARE TIŞTEKÎ BIKE

Parêzvana mafên mirovan a Swîsreyî Elîsabeth Decrey destpêkê mafê axaftinê girt û got: “Piranî qala tiştên ku Mandela jiyan kirine, tê kirin. Em pir kêm dibihîzin ku qala Abdullah Ocalan tê kirin. Ev rastiyek e.”

Elîsabeth Decrey Warner diyar kir ku rejîma lewaz û totalîter a li Tirkiyeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef girtiye û anî ziman ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan her kes dikare tiştekî bike. Elîsabeth Decrey Warner destnîşan kir ku divê ji ber şert û mercên li Îmraliyê tenê zext li hikûmeta Tirkiyeyê neyê kirin û got: “Divê zext li hikûmetên Ewropayê jî bê kirin ku di warê ekonomîk de têkîliya xwe bi Tirkiyeyê re didomînin.”

ENDAMÊ CPT RESTELLÎNÎ: JI SEDÎ 80’Ê GIRTIYÊN SIYASÎ MEXDÛRÊN TUNDIYÊ NE

Endamê CPT’ê yê berê, Pisporê Tiba Edlî û Hiqûqnas Jean-Pîerre Restellînî serdanên ku li girtîgehên Tirkiyeyê kirine bi bîr xist û qala vê yekê kir ku çima girtîgeh hatine avakirin û ji bo girtiyên siyasî tê çi wateyê. Restellînî got ku wî şahidî ji dema rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê re kiriye û destnîşan kir ku tawrê hikûmeta wê demê ya li dijî girtiyan pir giran bû. Restellînî ragihand ku li seranserî cîhanê zêdeyî ji sedî 80’ê girtiyên siyasî mexdûrên tundiya otorîteya fermî ne û got ku li girtîgehên Tirkiyeyê ev yek wiha ye. Restellînî diyar kir ku girtiyên siyasî li girtîgehan bi giştî ri bû rûyê cudakariyê dimînin.

JAN FERMON: GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD DÎLGIRTIYÊN ŞER IN

Yek ji parêzerên Baroya Brukselê Jan Femon semînerek da. Fermon got ku armanca esas a avakirina girtîgehan parastina qanûnên heyî ye û bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên li cîhanê. Parêzer Jan Fermon diyar kir ku piranî ji van qurbanê tundiya dewletê ne.

Fermon bilêv kir ku bi pênaseya giştî girtiyên siyasî weke yên ku ji otorîteya heyî cuda difikirin û li dijî wan têdikoşin, tên nasandin.

Jan Fermon destnîşan kir ku girtiyên siyasî tevî şert û mercên giran jî li girtîgehan rêxistinbûna xwe didomînin û got: “Em mînaka vê ya herî baş jî li girtîgehên Tirkiyeyê dibînin. Tevî şert û mercên giran a girtîgehên bi Tîpa F jî girtiyên siyasî xwe rêxistin dikin.”

Parêzer Fermon bi taybetî bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên Kurd û got ku her çendî Tirkiye van mirovan di çarçoveya yasayên terorê de didarizîne jî, di rastiyê de piranî ji van girtiyan dîlgirtiyên şer in.

Konferans bi axaftinan dewam dike.