Li Cenevreyê azadiya Rêber Apo hate daxwazkirin
Di şahiya “Ji Bo Cîhaneke Xweştir Li Daholan Bixe” de ku her sal bi armanca hatina biharê tê pîrozkirin, daxwaza azadiya Rêber Apo û naskirina mafê çarenûsiya gelan hatin kirin.
Di şahiya “Ji Bo Cîhaneke Xweştir Li Daholan Bixe” de ku her sal bi armanca hatina biharê tê pîrozkirin, daxwaza azadiya Rêber Apo û naskirina mafê çarenûsiya gelan hatin kirin.
Bi boneya ekînoksa biharê, bi armanca guherîna demsalê û ji bo piştgirîdayîna biryara Konseya Mafên Mirovan a “mafê jîngeheke paqij, bi tendurist û domdar” her sal di 21’ê Adarê de şahiya ‘’Ji Bo Cîhaneke Xweştir Li Daholan Bixe (Les Tambours Pour la Terre)” tê lidarxistin. Şahî li qada Nation a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hate lidarxistin.
Şahiya îsal ji hêla Navenda Kurdî ya Mafên Mirovan (Kurd-CHR), Mos Espa, Edalet ji bo Filistînê, weqfa Martin Buber û Malorca International ve ku rêxistineke civaka sivîl e û ji bo mafên xwecihiyan de dixebite, hate lidarxistin.
Di şahiyê de konekî xwecihî hate vedan û li derdora konî dahol hatin lêxistin û daxwaza bicihanîna qanûna Jus Cogens a ku di qanûna gerdûnî de cih digire û pîvana bingehîn a NY’ê ya “Mafê gel a çarenûsa xwe diyar bike” hate kirin.
Çalakvanan ev daxuyanî û gotin: "Em daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Tirkiyeyê girtî ye, dikin û divê gelê Kurd ji bo mafê çarenûsa diyar bike divê bi awayekî aştiyane muzakereyê bike.
Zextên li seranserê cîhanê bandorê li tevgerên jîngehê û çalakvanên avhewayê jî dike. Di sala 2024’an de, pênc çalakvanên Kamboçyayî (Ly Chan Dara Vuth, Phuon Keo Rasmey, Long Kuntha, Thun Rotha, Yim Leanghi) ji 6 heta 8 sal cezayê girtîgehê li wan hate birîn.
Li Îngilistanê çalakvanên Just Stop Oil ji ber organîzekirina dorpêçkirina otobanê 4 sal cezayê girtîgehê li wan hate birîn. Di ekînoksa biharê û rûniştina 58’emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, em dixwazin rêberê Xwecihî yê Emerîkî Leonard Peltier (Lakota) ê ku gelê wî daxwaza serxwebûnê ji DYE’yê dike, bê berdan. Em daxwaz dikin ku Îsraîl dawî li binçavkirinên keyfî yên li ser gelê Filistînê bîne û divê hemû dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê hatine girtin, serbest bên berdan.”