Li Bruksel û Nurnbergê komploya navneteweyî hate protestokirin
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye û li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê komploya navneteweyî hate protestokirin.
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye û li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê komploya navneteweyî hate protestokirin.
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye û li bajarê Nurnbergê ya Elmanyayê hate protestokirin.
BRUKSEL
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye, li Porte de Namûrê çalakiyek hate lidarxistin û komploya navneteweyî hate protestokirin.
Li ser navê KONGRA-GEL Remzî Kartal, li ser navê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê Medya Rojava axivîn.
NURNBERG
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nurnbergê hate protestokirin, parêzname û berhemên Ocalan li gel hate belavkirin.
Li Hallplatzê standa pirtûk û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin, parêzname û broşur li gel hate belavkirin.