Li Brukselê di ofîsa NY’ê de li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Brukselê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

41 meh in bi ti rengî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Ji bo şermezarkirina bêdengiya saziyên navneteweyî û bibîr xistina berpirsyariyên wan, çalakiyên Kurd û dostên wan li gelek welatan dewam dikin.

Vê roja Çarşemê, li paytexta Belçîka Brukselê li Navenda Agahiyên Herêmî ya Ewropayê ya NY’ê çalakiya bêîteatiya sivîl, hate lidarxistin.

Hevdîtin bi rayedarên navendê re hate lidarxistin û têkildarî rewşa li Îmraliyê agahî hatin xwestin û banga ketina nava liv û tevgerê hate kirin.

Li dora avahiya polîsan, tedbîrên berfireh hatin girtin. Çalakî piştî hevdîtinê bi dawî bû.