Li Brîtanyayê çalakiyên piştgiriya Rojava hatin lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Galler Wales Cardiffê û bajarê Manchesterê li hev civiyan, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê SMO şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Galler Wales Cardiffê û bajarê Manchesterê li hev civiyan, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê SMO şermezar kirin.
Çalakiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Manchesterê hat lidarxsitin, gelek komên enternasyoalîst beşdar bûn. Li gel wêneyên Rêber Apo, alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rojava", "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin û ji Brîtanyayê hat xwestin ku helwest nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bide û wiha hat gotin: “Divê ev êrîşên bêexlaqî bên rawestandin û sekna li gel Rojava erkek dîrokî ye." Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.
CARDIFF
Li paytexta Galler Wales Cardîffê bi pêşengiya Tora Piştevaniya Kurd û komên enternasyonalîst çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistaniyan tevî alên YPG û YPJ'ê û dirûşmên "Ji bo Rojava serî hilde", "Dewleta Tirk kujer e û destekê dide komên terorîst", "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin. Di axaftinên xwe de daxwaz ji hikûmeta Gallerê hate kirin ku êrîşên Tirkiyeyê bîne Parlamentoya Brîtanyayê.