Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Brîtanyayê amadekariya ji bo Newrozê

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ragihand ku Newroza îsal ji ber şewbê wê ne bi girseyî, lê belê li her cihî bi rêbzên afirîner bê pîrozkirin.

Tîna agirê Newrozê ji niha ve gihîştiye her devera ku Kurd lê ne. Li Brîtanyayê ku her sal bi beşdariya bi deh hezaran kesî Newroz tê pîrozkirin, îsal ji ber şewbê wê bi rengekî cuda bê pîrozkirin. Li parkan, bexçeyan, malan û li ser medya dîjîtal wê çalakî bên lidarxistin. Bi taybetî pîrozbahiyên li parkên fireh wê bi muzîkê bin.

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Brîtanyayê rêjeya nexweşên bi vîrûsa koronayê gihîştiye asteke cidî û hejmara mirovên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin gelekî zêde bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber vê yekê, şewbê bandoreke neyînî li gelê me yê li Brîtanyayê û aktîvîteyên me yên civakî kir. Divê em qebûl bikin ku pîrozkirina Newrozê bi rengekî girseyî gelekî bi rîsk e. Hem ji ber tedbîrên qanûnî yên hikumetê, hem jî ji bo parastina ewlekarî û tenduristiya civakê, mixabin em ê îsal bi rengekî girseyî nikaribin pîroz bikin."

Meclîsa Gel diyar kir ku gel dikare bi rê û rêbazê afirîner pîrozbahiyê bike û wiha dewam kir, "Mînak her malbatek li hewşa mala xwe yan jî li parkeke nêzî mala xwe dikare agirê Newrozê dade, govendê bigerîne, bi vî rengî Newrozê pîroz bike. Bi vî rengî em dikarin her qadê bikin qada Newrozê. Em bang li gel û dostên xwe yên li Brîtanyayê dikin ku di çarçoveya şert û mercan de Newrozê pîroz bikin."