Li Bremenê Kurdan û dostên wan komplo protesto kirin
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bremenê ya Elmanyayê hate protestokirin.
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bremenê ya Elmanyayê hate protestokirin.
Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê bi sedan Kurd û dostên wan ên ji derdora Hambûrg, Kîel, Lubeck û Oldenbûrgê tevlî çalakiya protestoyê bûn.
Girse li HBF’a Bremenê hatin ba hev û bi qasî deqîqeyekê rêz girtin. Beriya ku meş dest pê bike, hevserokê FED-DEM’ê Saît Bîlgîn axivî û diyar kir ku komploger tu carî bi ser neketin.
Li ser navê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê û NAV-YEK’ê jî axaftin hate kirin û komplo hate şermezarkirin.
Meşa ku ji aliyê NAV-YEK, CÎK, Tevgera Jinên Azad û FED-DEM’ê hate kirin bi mîtînga li pêşiya Parlementoya Bremenê bi dawî bû.
Di çalakiyê de bênavber sloganên ‘Bijî berxwedana Garê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Erdoganê terorîst’ hate berzkirin.