Li Bremenê êrişên nîjadperestî yên li dijî Partiya Çep zêde bûn

Li eyaleta Bremenê ya Elmanyayê êrişên nîjadperestî yên li dijî Partiya Çep zêde dibin. Herî dawî nameyeke bi guman şandin buroya parlamenterên eyaletê.

Partiya Çep di hilbijartinên Eyaleta Bremenê ya meha Gulanê de bi rêjeya 11 ji sedî bi ser ket û cihê xwe li parlamentê girt. Piştre jî kete nava hikumeta koalîsyonê ya SPD û Partiya Keskan. Êrişên nîjadperestî yên li dijî vê partiyê zêde bûn. Êrişên ku ji sala 2017'an ve dest pê kirin di salên 2018 û 2019'an de dewam kirin.

Camên buroya Partiya Çep gelek caran hatin şikandin û li ser medya civakî gefa kuştinê li rêveberan hate xwarin, di dema hilbijartinê de jî afîşên wan gelek caran ji aliyê rastgirên tund ve hatin qetandin. Di 2'ê Çileyê de buroya parlamenterên Partiya Çep ji aliyê heman koman ve careke din hatin şikandin. Ji ber bûyerê kesekî 49 salî hate destgîrkirin ku navê wî nehate eşkerekirin.

PARTIYA ÇEP: ÊRIŞ NIKARIN BI ME

Ji buroya parlamenteran re ya li taxa Neûstadtê herî dawî nameyek bi guman hate şandin. Bi gumana ku name dibe ku bi jehr be hêzên ewlekariyê ketin nava liv û tevgerê. Di nava nameyê de tozeke ku ne metirsîdar hate dîtin. Rêveberên Partiya Çep êrişên li dijî partiya xwe ku zêde bûne bi tundî şermezar kirin.

Parlamenterê eyaletê yê partiyê Olaf Zîmmer û Seroka Komê Sofîa leonîdakîs daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku êrişên zêde bûne asta metirsîdar a nîjadperestiyê radixin pêş çavan. Parlamenterên Çep ragihandin ku êriş wê ti carî nikaribin bi wan û gotin, "Ev êriş nîşan didin ku divê em hîn bêhtir têbikoşin."