Li Borlangeyê çalakiya vedana kon pêk hat

Li bajarê Borlange yê Swêdê ji bo balê bikêşin ser tecrîd û berxwedanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê kon hat vedan.

Çalakiya vedana kon a ji hêla Meclîsa Dalarna ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve pêk hatî, her Duşemê li navenda bajêr pêk tê.

Di çalakiya ji bo balê bikêşin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê û xwedî lê derkevin de belavok hatin belavkirin. Di belavokan de hate bibîrxistin ku berxwedana Leyala Guvenê nêzî 200 rojî dibe.

Çalakgeran bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî dayikên berxwedêran û laçikên spî avêtin stûyê.  Di çalakiyê de bang li her kesî hat kirin ku ji bo berxwedêran bihîstiyar be.

Çalakî bi dirûşmeyên ji bo piştgiriya berxwedêran bi dawî bû.