Li Bordeaûxê tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî meşek hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan tevlî meşa ku li bajarê Bordeaûx ê Fransayê hate kirin bûn. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.
Hevserokê NCKD Mehmet Varto di meşê de axivî û got: “Di salên 80’î de Laz Kemal ji bo zilma li Bakurê Kurdistan û Zindana Amedê dihate kirin bêje raweste, pêngavek da destpêkirin. Îro di nava heman mercan de dîsa li Amedê dayikeke li Anatoliya Navîn dayikekê dest bi vê pêngavê kir.”
Varto anî ziman ku mercên îro naşibin ên wê demê û da xuyakirin ku îro 40 milyon PKK’yî hene.
Hate gotin ku pêngava ku Leyla Guven dayî destpêkirin wê bigihêje serketinê.