Li Bordeaûxê şehîd hatin bibîranin

Şehîd Serhat Colemêrg û şehîdên MLKP’ê Ahmet Şoreş û Firat Newal li Bordeaûxê hatin bibîranîn.

Ji bo fermandarê MLKP’ê Zekî Gurbuz (Ahmet Şoreş) û Ozgur Namoglû (Firat Newal) ên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 3’ê Çileyê li ser Rojava de şehîd bibûn û Serhat Colemerg (Erdal Bozkurt) ê ku di sala 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bordeaûxê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Gelek Kurdistanî tev li merasîma bîranînê bû. Dayika Serhat Colemêrg jî bi rêya telefonê tev li merasîmê bû.

Li ser navê Rêveberiya Navendî ya MLKP'ê û DKTM'ê daxuyanî hatin dayîn. Bîranîn ku bi qasî saet û nîvekê dewam kir, bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.