Li Bordeaûxê ji bo PKK'ê îmze hatin komkirin

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin îmze hatin komkirin.

Li pêşiya Şaredariya Bordeaûxê konek hate vedan û ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin îmze hatin hevdan.

Hate ragihandin ku ji niha û pê ve her roja Çarşemê li dijî 'lîsteya terorê' wê bi çalakiyan îmze bêne komkirin.

Li Fransayê par ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin kampanyayek hatibû destpêkirin. Bi banga gelek hilbijartî, sendîkavan, aktîvîst, hunermend, rojnamevan û akademîsyenan ev bang li rojnameyên xwecihî hatibû weşandin. Meha Mijdarê jî li rojnameya La Marseillaiseyê ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteyê, banga li Serokê DYE'yê Joe Biden hatibû weşandin.

Meha Kanûnê Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî, ji 30 welatan kesayetên naskirî ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê bê derxistin banga tevlîbûn kampanyayê kiribûn.

1003 kesî jî 13'ê Kanûna 2021'ê mohra xwe danîbû binê metna kampanyayê.