BI DÎMEN

Li Bordeauxê êrîşa li Silêmaniyê hate şermezarkirin

Li Bordeauxê di çalakiya şermezarkirina qetilkirina rojnamevanên jin de wiha hat gotin: “Divê ti Kurdekî bi şeref vê nemerdiyê û vê xiyanetê qebûl neke."

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê ji bo kedkarên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşa balefirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên di 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê pêk hat de şehîd bûn, çalakî hat lidarxistin.

Kurdistanî li ser banga Navenda Kurd a Demokratîk a Bordeaux û Meclîsa Jinê hatin gel hev. Di çalakiyê de Badîa Qamişlo axaftinek kir.

Di çalakiyê de Badîa Qamişlo axivî. Bedîa Qamişlo anî ziman ku dewleta Tirk bêexlaqiya xwe didomîne û got: “Exlaqê şer jî heye. Li ti devera cîhanê xebatkarên çapemeniyê nayên hedefgirtin. Ev pêkanîn hem li dijî mafên mirovan û hem jî li dijî rêgezên şer e. Xebatkarên çapemeniyê yên bi wesayîtê ji herêma ku ne qada şer bû, diçûn avahiya televîzyonê hedef hatin girtin. Ev bêhêzîtî û têkçûna dewleta Tirk nîşan dide. PDK a ku dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike, berpirsyarê sereke yê van komkujiyan e. Divê ti Kurdekî bi şeref vê nemerdiyê û vê xiyanetê qebûl neke. Em careke din şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi bîr tînin û êrîşê şermezar dikin."