Li Bordeaûx, Toûloûse, Marsîlya, Bîelefeld, Hanaû û Stûttgartê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Bordeaûx, Marsîla û Toûloûse yên Fransayê û li bajarên Bîelefeld, Hanaû û Stûttgartê yên Elmanyayê hate pîrozkirin.

BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi banga aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN Kurdistaniyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Kurdistaniyên ku li navenda bajêr li hev kom bûn, bi dirûşmên ji bo Ocalan dest bi meşê kirin. Piştî meşê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîrozbahiyek hate lidarxistin. Stran hatin gotin, govend hate gerandin.

TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûlooûse yê Fransayê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi tûra bîsîkletan a jin û ciwanan dest pê kir. Piştre jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin, helbest hatin xwendin û govend hate gerandin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li hev civiyan û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Ciwanan aleke mezin û wêneyê Ocalan bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve kirin û rojbûna Ocalan pîroz kirin.

BÎELEFELD: 4'ê Nîsanê li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Ji Meclîsa Gel a Bîelefeldê Hatûn Dogan axivî û got, "Rojbûna Rêbertî rojbûna gelê Kurd e." Hatûn Dogan bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo azadiya Ocalan bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

HANAÛ: Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê jî endamên Meclîsa Jinê ya Nûjîn bi çandina şitlê daran 4'ê Nîsanê pîroz kirin. Di çalakiyê de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan işaret bi girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî hate kirin.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgartê ciwan danê êvarê li stasyona trenê ya li Bad Cannstattê li hev civiyan û tevî wêneyên Abdullah Ocalan bi pankarta bi nivîsa "Rojbûna te pîroz be Serokê me" meşiyan. Ciwanan her wiha fîşekên hewayî teqandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan canfedanê Apo ne" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.