Girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd 88 roj in di greva birçîbûnê de ne. Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ji bo piştgirî dayîna greva birçîbûnê ya girtiyan li bajarê Bordeaûx ê Fransayê greva birçîbûnê ya 4 rojan dan destpêkirin.
Greva birçîbûnê duh li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bordeaûx hate destpêkirin. Di grevê de hat diyarkirin ku êrîşên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne, ev 3 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, bi girtîgehên bi tîpa S û Y cezayê hucreyê li hemû girtiyan tê ferzkirin. Li dijî van pêkanînan banga têkoşîn û berxwedanê hate kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê wê 4 rojan li Navenda Civaka Kurd a Bordeaûx bidome.