Li Bîelefeldê Osmanoglû û Benek hatin bibîranîn

Li bajarê Elmanya Bîelefeldê gerîlayên HPG’ê Abdullah Osmanoglû û Rênas Benek bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Bîelefeld yê Elmanyayê gerîlayên HPG’ê Agir Stêrk (Abdullah Osmanoglû) û Mehmet Axîn (Rênas Benek) bi merasîmekê hatin bibîranîn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi sînevîzyonê dom kir.

‘RÊYA ME RONÎ DIKIN’

Di merasîmê de xalê Abdullah Osmangolû axivî û ev tişt got;

“Her çiqas Abdullah li Ewropayê mezin bû jî, ji bo gel û welatê xwe dixwest rabe ser piyan û ji bo wan şer bike. Ti caran xwe ji berxwedana gel dûr nexist. Li ser vê baweriyê beşdarî têkoşînê bû û bû parçeyek ji vê şoreşê. Ji bo windahiyan em xemgînin, lê em bi rêya birûmet ya Abdullah pê ketî ser bilind in. Şehîdên Kurdistanê rêya me ronî dikin. Birêzdarî, bi minnet û bi bêrîkirinê bibîrtînin.”

Merasîma bibîranînê bi dirûşmeyan bidawî bû.

Gerîla Osmanoglû û Benek 17’ê Kanûna 2018’an di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn.