Li paytexta Swîsre Bernê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkerî û êrîşên li ser çanda Kurd bi çalakiyek hate şermzarkirin. Kurdistaniyên ku li ber Parlementa Federal a Swîsreyê hatin ba hev, daxuyanî dan. Piştî daxuyaniya li vir rayedarên hikûmeta Federal a Swîsreyê dosyeyên ku ji bo radestî hemû partiyên siyasî û parlamenteran bên kirin bi rêya e-maîlê şandin.
Siyasetmedar Ferhat Encû li ser navê Kurdistaniyên li vir axivî, bal kişand ser dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 25 salan û diyar kir ku ev 41 meh in Ocalan di nava şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin.
Ferhat Encû, destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê ya tecrîdê ku bi temamî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafê mirovan e, di esasê xwe de armanca wê bêdengkirina dengê gelê Kurd e û wiha got, "Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, girtinên ji ber ziman, çand û nasnameya Kurd, bi tecrîdê ve yekser girêdayî ne.”
Encû, di dawiyê de li dijî polîtîkayên êrîşê yên topyekûn bang li civaka navneteweyî kir ku helwest nîşan bidin.
Piştre jî li ser navê Dîwana Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Nejdet Atalay axivî.
Atalay, bêhiqûqiya dewleta Tirk bi bîr xist û wiha got, “Dewleta Tirk a ku hebûna gelê Kurd ji nedîtî ve tê û armanc dike ku tine bike, polîtîkayên xwe yên nîjadperest, yekperest, înkar û qetlîamker ên mîna salên 90’î xistiye meriyetê. Ji bo em îro êrîşên dewleta Tirk ên ku bi temamî li dijî mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî ye, ku gelê Kurd û Kurdistanê dike hedef tehşîr bikin, îro li hev kom bûne. Weke CDK-S’ê dosyayên ku me amade kirine ku tê de behsa êşkence û tecrîda li Îmraliyê, êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê û girtin û pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li ser nasname û çanda Kurd dike, radestî rayedarên hikûmeta Swîsreyê bikin.”
Piştî axaftina Atalay dosyayên ku ji bo hikûmeta Federal a Swîsreyê, hemû partiyên siyasî û parlamenteran re hatibû amadekirin, bi rêya e-maîlê hatin şandin.
CDK-S û YJK-S li dijî tecrîdê bang li hemû Kurdistaniyan kirin ku sibê li ber NY kom bibin.
Kurdistanî, wê sibê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Ofîsa 2’yemîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo du rojan çalakiya rûniştinê lidar bixin.
Çalakî wê bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd ên li Swîsreyê (YJK-S) bê lidar xistin. Di roja dawî ya çalakiya rûniştinê de jî dosyayên hatine amadekirin wê pêşkêşî rayedarên Neteweyên Yekbûyî bên kirin.