Li Bernê DYA û Tirkiye hatin protestokirin

Li bajarê Bern ê Swîsreyê biryara DYA û êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê hate protestokirin.

Li pêşiya sefaretxaneya DYA’yê ya li Bernê pankarta ‘Destekkirina Tirkiyeyê tê wateya, rêxistinkirina çeteyên DAÎŞ’ê’ û alên YPG/YPJ’ê hatin hildan.

Hevserokê CDK-Swîsre Cûma Allak axivî û diyar kir ku DYA bi vê biryarê dixwaze Rojava radestî Tirkieyeyê bike. Em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Çalakî di dirûşman ve bidawî bû.

Wê Roja Înê saet 11:00’an li bajarê Zurîhê li dijî biryara DYA ya li Rojava çalakiyeke protestokirinê pêk bîne.