BI DÎMEN

Li Bernê bi mijara “Aştiyê” meşa Paskalyayê hat lidarxistin

Kurdistaniyên li Kantona Bernê dijîn bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” beşdarî meşa bi temaya “Aştiya Cîhanê” hat li darxistin bûn.

Meşa Paskalyayê (Ostermarsch-Easter) ku her sal ji aliyê dêrên Katolîk ên li Kantona Bernê ya Swîsreyê ve tê organîzekirin, îsal jî hat lidarxistin. Mijara meşa îsal “Aştiya Cîhanê” bû. Kurdistaniyên li kantonê dijîn bi pankarta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pankarta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî meşa ku ji aliyê gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl hat lidarxistin, bûn.

Di saetên nîvro de bi sedan kesên li qada Eîchholzê kom bûn, li ser navê koordînasyonê axaftinek hat kirin. Axaftina ji aliyê Endama Konseya Neteweyî ya Partiya Keskan (Nationalrätin GRÛNE) Marîonna Schlatter ve hat kirin.

SCHLATTER: AŞTIYA CÎHAN NE XWESTEKEK E, PÊDÎVÎ YE

Schlatter bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya dirûşma "Li dijî axayên ku bi mirinê serweriya me dikin rabin ser piyan" û wiha got: "Piştî destpêkirina şerê Iraqê ya 2003’yan cara yekem li vir meşa Paskalyayê hat lidarxistin. Ev kaosa ku ji ber çekên nukleerî ji mirovahiyê re li cîhanê çêbûye, pêdivî ye ku di zûtirîn dem de raweste û bi dawî bibe. Ji ber vê yekê aştiya cîhanê ji bo me ne daxwazek e armancek bingehîn e."

Piştî axaftinê girse li ser Çemê Aare û heta qada Mûnsterplatzê meşiyan. Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyê bûn, ji bo piştgirîdayîna pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çaraliyê cîhanê hatiye destpêkirin, pankartên "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî" bi pankarta "Freiheit für Öcalan, Frieden in Kurdistan" meşiyan. Çalakî li ber Katedrala Bernê bi bernameya axaftin û muzîkê bi dawî bû.

ATALAY: EM AZADIYA RÊBER APO DIXWAZIN

Hevserokê Komîteya Swîsreyê ya Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” Necdet Atalay ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku ew ê vê pêngavê ji tevahiya cîhanê bi taybetî li Swîsreyê ragihînin. Atalay destnîşan kir ku di dawiyê de wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin. Atalay bal kişand ser girîngiya vê rojê û got: “Meşa Paskalyayê ya îsal aştî ye. Em jî wek gelê Kurd beşdarî vê meşa bûn û daxwaza Kurdan ji wan re vebêjin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin û derbarê qirkirin û polîtîkayên mêtingeriyê yên li ser Kurdistanê tên meşandin wan agahdar bikin. Ji ber vê yekê me îro di vê meşa xwe de cihê xwe girt. Wezîfeya bingehîn a Kurdan ew e ku bi taybetî Kurdên li derveyî welat, li Ewropa û li çar aliyên cîhanê dijîn, ji bo Kurdbûna xwe çi pêwîst be bikin. Pêdivî ye ku dostên xwe zêde bikin, dijminên xwe kêm bikin û derfetan bi dest bixin."