Li Bern û Zurîhê tecrîd hate protestokirin
Li bajarên Bern û Zurîh ên Swîsreyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd hate prtoestokirin, grevên berxwedanê yên li dijî tecrîdê jî hatin silavkirin.
Li bajarên Bern û Zurîh ên Swîsreyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd hate prtoestokirin, grevên berxwedanê yên li dijî tecrîdê jî hatin silavkirin.
Li ser banga Meclîsa Jinan a Mizgîn a Bernê Kurdistaniyên li Bahnofplatzê hatin ba hev bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin’ çalakiyek kirin.
Bi armanca piştgirîkirina grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven hatibûn destpêkirin, bi nîşandana şanoyekê hate piştgirîkirin.
Çalakî bi qasî saetekê dom kir, belavok hatin belavkirin û çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.
ZURÎH
Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Bêrîtan li bajarê Zurîhê Kurd û dostên wan li Bahnhofstrasse kom bûn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin.
Di çalakiyê de pankarta ‘Parlementer Leyla Guven li dijî tecrîdê di grevê de ye’ posterên Ocalan hatin hildan. Dîsa belavok hatin belavkirin.
Ji bo meş û mîtînga ku wê 2’yê Sibatê li Zurîh Helvetîaplatzê saet 13:00’an bê kirin, banga tevlîbûnê hate kirin.