Li Berlînê trafîka dîplomasiyê ya Rêveberiya Xweser

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çendek roj in li Elmanyayê hevdîtinên xwe didomîne, li Berlînê bi parlamenterên SPD û Dîe Lînke re civiya.

Şandeya Rêveberiya xweser ji 16’ê Hezîranê ve li avahiya Parlamentoya Elman a li paytexta Elmanya Berlînê hevdîtinên xwe yên dîplomatîk didomîne.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Elmanyayê Xalid Derwîş û berpirsê Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê yê Ewropayê Jozef Lehdo, 2 hevdîtin li avahiya parlamentoya Elmanyayê ya li paytext Berlînê kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi endamên parlamentoya Elmanyayê yên Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê (SPD) Niels Schmid û Frank Schape, endamê Partiya Çepgir a Elman a muxalefetê Gokay Akbulut re civiya.

Nûnerên Rêveberiya Xweser di her du hevdîtinan de, rewşa Sûriyeyê, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bandorên şerê Rûsya û Ukraynayê û bandora şerê Îsraîlê û Hamasê ya li ser Sûriyeyê nirxandin.

Astengiyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên li pêşiya Rêveberiya Xweser û zêdebûna tevgera çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê jî hatin nirxandin. Hate diyarkirin ku çeteyên DAÎŞ’ê sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê digirin û êrişan pêk tîne. Her wiha hate destnîşankirin ku dibe ku ev êriş bibin sedema vegera DAÎŞ’ê.

Di hevdîtinan de dosyaya çeteyên DAÎŞ’ê yên di girtîgehan û kampên Roj û Holê de hate şîrovekirin û bang hate kirin ku berpisyariyên xwe li hemberî dosyaya DAÎŞ’ê pêk bînin.

Di hevdîtinan de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê hat kirin û hate gotin ev êriş aloziyeke mirovî ya mezin çêdikin û jiyana bi milyonan kesî dixe xetereyê û wan neçarî koçberiyê dike.

Şandeya Rêveberiya Xweser 16’ê Hezîranê jî li Elmanyayê bi parlamenterên Partiya Mesîhiyan a Demokrat (CDU) Jürgen Hardt û parlamenterê Partiya Keskan Qasim Tahir Salid re civiyabû.