Li Berlînê têkildarî tecrîdê kart danîn di qûtiyên postayan de

Ciwanên Kurd li paytexta Elmanya Berlînê bi hezaran kartên ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene, danîn di qûtiyên postayan de. Li bajarê Bordeaûxê jî li Sefaretxaneya Tirk ala PKK’ê hate daliqandin.

BERLÎN

Aktivîstên JXK û YXK li paytexta Elmanya Berlînê, li ser hevkariya qirêj a Elmanya bi Tirkiye re dîsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê berlînê agahdar kirin.

Nivîsa ku ji metna Civaka Azad hatibû girtin, bi rêya postayan hate belavkirin. Heman demê ciwanan ji bo balê bikişînin ser sîstema êşkenceyê ya li ser Ocalan, kartên biçûk ku gotinên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan li ser in, xistin di qûtiyên postayan de. Li ser kartan kodekî ku berê wan dide navnîşana www.freeocalan.org û aliyê din agahiyên li ser tecrîdê cih digire.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî ciwanên Kurd ên hatin ba hev, li avahiya Sefaretxaneya Tirk a li navenda bajar ala PKK’ê daliqandin.

Ciwanan peyama ‘Heta Rêber Apo azad nebe em ê ji qadan dûr nekevin, ji sekna xwe tawîz nadin.’ dan.