Li Berlînê meşa dirêj a du rojan bidawî bû

Li paytexta Elmanya Berlînê meşa dirêj a du rojan a ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bidawî bû.

Kurdistanî û dostên wan tevî rewşa xirab a hewayê û zextên pîskolojî yê polîsê Elman roja duyemîn a meşa dirêj bidawî kirin.

Kurdistanî saet 11:00’an li Qada Yikik Kilise kom bûn. Kurdistanî û dostên wan pankarta “azadiya Ocalan azadiya me ye” vekirin, wêneyên Ocalan, ala û sembolên Rojava hildan û piştî rêzgirtinê meşiyan.

Girse li navçeyên Charlottenbûrg, Schoneberg û Kreûzberg ên Berlînê geriyan û tecrîda dij mirovaî ya li ser Ocalan tê meşandan protesto kirin.

Kurdistanî tevahiya meşê dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aşitî”, “Bijî Ocalan”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vire” , “Terorîst Tirkiye” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.

Meş li Qada Kottbûssertor Tor bidawî bû û Hevseroka Civaka Kurdistaniyên Azad a Berlînê Nûjiyan Gunay axivî û got; “Careke din Berlînê dît ku girêdanbûna me ya bi Rêbertî re bê dawî ye. Ji ber ku azadiya Ocalan azadiya me ye.”

Gunay diyar kir ku ew ê bi çalakiyan komployê protesto bikin û banga hestiyarbûnê li her kesî kir.

Piştî axaftinê meşa dirêj bi dirûşmeyan bidawî bû.