Li Berlînê li dijî tecrîdê mîtîngek hate kirin

Li pêşiya Konseya Ewropayê ya li Berlînê bi daxwaza şikandina tecîrdê mîtîngek hate kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo piştgirîkirina bi greva birçîbûnê li pêşiya Konseya Ewropa (KE) saet 15:00’an mîtîngek hate kirin. Mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Jinan a DESTDAN’ê ve hate organîzekirin gelek Kurdistanî amade bûn.

Di mîtîngê de Hevseroka NAVDEM’Ê Yeko Ardil axivî û çalakiya Leyla Guven silav kir û diyar kir ku wê heta dawî piştgiriya Leyal Guven bikin.”

Heyeta ku Hevseroka NAVDEM’ê Melek Yûla jî di nav de dosyaya têkildarî tecîrda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya Leyla Guven amade kiribûn, radestî rêveberên KE’yê kirin.

Hevseroka Melek Yûla a çalakvan agahdar kiri got: “Em Leylayê ber destê dîktatoran bernadin. Em Rêber Apo ber destê hovan bernadin. Silavên xwe dişînin bi hezaran hevalên xwe yên li Strasborûg, Hewlêr û her aliyê cîhanê li ber xwe didin.

Mîtîng bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Sara, Rojbîn û Ronahî’, ‘Jin, jiyan,azadî’ û ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistan re statû’ bi dawî bû.