Li Berlînê komeleya Rojava-Bakurê Sûriyeyê kongreya xwe li dar xist

Li paytexta Elmanya Berlînê Komeleya Gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê ku beriya 3 mehan hatibû damezrandin, kongreya xwe ya yekemîn lidarxist.

Kongre îro saet 16:00’an li Komeleya Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk hat.

Kongre di şexsê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb de ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Endamên Meclîsa Kurdistaniyên Azad Berlîn, Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) û nûnerên PYD Berlînê beşdarî kongreyê bûn.

Piştî hilbijartina dîwanê, axaftin hatin kirin û peyam hatin xwendin. Hevserokê Meclîsa PYD Berlîn Silêman Hajî axivî û qala rolê hevkar a PDK’ê ya di êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Hajî wiha got; “Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya YPG, YPJ û HPG’ê şoreşa mirovahiyê pêk tê. Lê ji bo astengkirina vê dijmînên mirovahiyê çi ji destê wan tê dike. Baskê wê yê Kurd jî PDK dimeşîne.”

Hevserokê Meclîsa PYD Berlîn Silêman Hajî herî dawî got; “Rol û mîsyonekî xiyanetê ku kicên leşkerên Tirk li pêşmergeyan dikin û derdixînin operasyonê. Em vêya şermezar dikin. Wê li pêşberî gelê Kurd û wijdana mirovahiyê hesab bidin.”

Piştre rapora xebatê ya 3 mehan hate xwendin, nirxandin û piştre hate dengdan.