BI DÎMEN

Li Berlînê jinên ciwan li dijî tecrîdê çalakî lidar xistin

Jinên ciwan ên enternasyonalîst, li kolanên Berlînê ya Elmanyayê performansa dansê ku ji fîlmê muzîkê ya ‘Destana PKK’ê’ îlhamgirtî, pêşkêş kirin.

Bi wesîleya salvegera pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya navneteweyî de, di navbera 1 û 10’ê Cotmehê de li seranserî cîhanê rojên çalakiyê tên lidar xistin.

Di vê çarçoveyê de li Berlînê komeke jinên ciwan ên enterenasyonalîst performansa dansê ku ji fîlmê muzîkê ya ‘Destana PKK’ê’ îlhamgirtî, pêşkêş kirin.

Jinên ciwan, ji bo bal bikişînin ser tecrîda ku 25 sal in li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, ev dans pêşkêş kirin.

Jinên ciwan ên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, qala zextên sîstema baviksalarî kirin û bal kişandin ser têkoşîna Tevgera Jinên Kurd. 

Jinên ciwan dan xuyakirin, polîtîkayên asîmlasyonê yê dewleta Tirk li dijî Bakurê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bûye û gotin ku bi taybetî li dijî cil û bergên gelêrî, stranbêjên Kurd êrîşeke dijwar di bin navê ‘gumanê terorê’ de tê pêkanîn. Jinên ciwan her wiha bal kişandin ser binçavkirin û serdegirtinên li dijî Navendên zimanê Kurdî.

Yek ji çalakvanan got, “Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û bi vê çalakiya hunerî em hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd û çanda Kurd re nîşan didin!”