Li Berlînê ji bo Leyla Guven çalakî hate lidarxistin

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven çalakiyek hate lidarxistin.

Li Berlînê bi pêşengiya jinên Kurd ji bo Leyla Guven a ku ev 76 roj e li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye çalakiyekî hucreyî hate lidarxistin.

Çalakî li Brandenbûrger Tor Parîser Platy bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan DESTDAN a Berlînê ve hate organîze kirin.

Di çalakiyê de belavok hate xwendin û hate gotin; “Em çalakiya dîrokî ya Leyla Guven a ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilweşandina faşîzmê silav dikin.”

Komîteya Amadekar a çalakiyê jî diyar kir ku rewşa Leyla Guven her ku diçe girantir dibe û wiha got; “Mixabin çapemeniya Elman hê jî lîstoka 3 meymûn dileyze. Em li vir bang li wan dikin ku li gorî exlaqê çapemiyê tevbigerin û rûmeta pîşeyê wan libîra wan tînin.”

‘JI BO MIROVAHOYÊ ÎMTIHANEK E’

Di dewama daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn;

“Çalakiya Leyla Guven ji bo mirovahiyê îmtihaneke girîng e.

Em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin û teslîmî rejîma Erdogan nebin.”

Çalakiya hucreyê wê li Brandenbûrger Tor Parîser Platz heta dawiya hefteyê bidome.

Roja Şemiyê saet 15:00’an wê li Bernaûer Str meşek were lidarxistin.