Li Berlînê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşiyan
Li bajarê Berlîna Elmanyayê di çarçoveya pîrozbahiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, meş û mitîngek hate lidarxistin.
Li bajarê Berlîna Elmanyayê di çarçoveya pîrozbahiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, meş û mitîngek hate lidarxistin.
Gelek Kurdistanî tevlî meş û mitînga di çarçoveya pîrozbahiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li Berlînê hatî lidarxistin bûn.
Çalakiya bi banga komên Enternasyonalîst û Meclîsa Gel a Kurd a Berlînê hatî lidarxistin de, ji Dîe Lînke yê Parlementer Helîn Evrîm Sommer, ji Nûnertiya PYD Berlînê Suleyman Raco û aktîvîsta TJA’yê Zozan Ararat axivîn.
Di meşê de li ser hev dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Şoreşa Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin, şervanên YPG, YPJ û QSD’ê yên di berxwedaniya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de û di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirkeriyê de şehîd bûyîn hatin bibîranîn.