Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Berlînê Helepçe hate bîranîn

Li paytexta Elmanyayê Berlînê di saet 16.00 de Kurdên li Kurfûrstendamê kombûyîn, komkujiya Helepçeyê bi bîr anîn.

Daxuyaniyek hevbeş bi beşdarbûna saziyên Kurdische Gemeinde zu Berlîn Brandenburg, Navenda Kurdistaniyên Azad, Awadanî e.V., Kurdberlîn, ATIF, Xwendevanên Azad ên Kurdistan, Mala Gelê Kurd, Dest-Dan e.V., ADHK, Kurdische Frauen im Exil, Komele Rojava, Meclîsa Jin a Êzidî, Kurdisches Zentrum hate xwendin. Di bîranînê de wêneyê kesên ku li Helepçeyê hatîn qetilkirin hatin hildan.


Parlementerê Eyaletê ya Berlînê Hakan Taş li ser kumkujiya Helepçeyê wiha got: “Em li vir mirovên xwe yên li Helepçeyê hatîn qetilkirin bi bîr tînin. Em dizanîn ku di bin zanîna hikumeta federal a Elmanyayê de hîna çekên kîmyawî tê hilberandin. Em diyardikin ku pêwîste di demek nêz de hilberandina van çekên kîmyawî were rawestandin.”