Li Berlînê çalakiya nobetê: Em bibin dengê girtiyan

Li Berlînê çalakiya nobedê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 9’an de didome. Di çalakiyê de li dijî dîktatoriya Erdogan banga yekîtiyê hate kirin.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zilma li girtîgehan li Berlînê çalakiya nobedê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 9’an de didome.

ATÎK, CÎK, Meclîsa Jinan a Dest-Dan’ê, Meclîsa Kurdistaniyên Azad a Berlînê, Komeleya Rojava ya Berlînê, Meclîsa Jinên Êzidî jî piştgirî dan rûniştina îro.

Endamê CÎK’ê û meleyê Camiya Mezopotamyayê bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîdê dane destpêkirin û got, “Heta ku mazlûm nebin yek û li dijî zaliman tênekoşin ew jî ji zilma zaliman berpirsyar in.”

Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer jî çalakiya greva birçîbûnê silav kir û got ku “Ji Mazlûm Dogan heta Hayrî Dûrmûş û Kemal Pir têkoşîn domiya. Em îro xwedî li berxwedana greva birçîbûnê ya rêhevalên Mazlûm, Ferhat, Necmî û Kemalan derdikevin.”

Parlementerê Eyaleta Dîe Lînkeyê Hakan Taş jî diyar kir ku divê girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê serbest werin bernda û got, “Li dijî dîktatoriya Erdogan divê em em bi hev re têbikoşin û daxwazên girtiyan bi dengekî bilind bidin bihîstin.”