Li Berlînê çalakiya kon hate kirin

Li paytexta Elmanya Berlînê li pêşiya Parlementoya Federal çalakiyeke kon hate kirin.

Bi armanca protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a di serî de li ser Rojava û hemû Kurdistanê li pêşiya Parlementoya Federal a li Berlînê çalakiyeke kon hate kirin.

Çalakiya ku PYD-Berlîn organîze kir wê sê rojan li pêşiya Parlementoya Elman a Federal dom bike.

Nûnerê PYD’ê Suleyman Hajo di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk qet qebûl nakin û got: “Em PYD li dijî vê yekêne. Em êrîşên bi gotina li vir û li wir PKK hene êrîş dikin şermezar dikin. Divê hikûmeta Elman li dijî van êrîşan bi hestyar be. Divê tavilê dawî li alîkariyên xwe yên bi varn re bînin. Em Kurdên li Elmanya dijîn bang li hikûmetê Elman dikin ku li gorî qanûnên xwe tev bigerin û dagirkeriyê rawestînin.”