Li Berlînê bi sedan kes ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye ji bo protestokirina komploya navneteweyî meşek hate lidarxistin.

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi banga Meclîsa Kurdistaniyên Azad û Meclîsa Jinan a Dest-Danê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan saet di 13.00’an de Leopoldplatzê hatin ba hev û bi şîara ‘Dem dema azadiyê ye’ dest bi meşê kirin.

TCŞ, TEKO-JIN, PYD, KKD, ATÎL, parlementerê eyaleta Dîe Lînkeyê Hakan Taş, nûnerê CÎK’ê yê Berlînê jî di nav de gelek kes tevlî meşê bûn.

Di meşê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Garê’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate berzkirin û meş li Alexenderplatzê bi dawî bû.