Gelek rêxistinên ku di nava wan de komên Kurd û çepên Tirkiyeyî jî hebûn li taxa Frîedrîchshaîn a Berlînê li ber deriyê Frankfûrtê hatin cem hev.
Çalakgeran rewşenbîrên Marksîstî Rosa Lûksembûrg û Karl Lîebknecht ku sala 1919’an ji aliyê leşkeran ve bi awayek hovane hatibû qetilkirin, bi bîranîn.
Di merasîma ku nêzî 3000 kes tevlî bûbûn de polîs bi hinceta ku qedexeyên pandemiyê hatiye binpêkirin êrîşê çalakgeran kirin.
Polîsan li hemberî xwepêşanderan bombeyên gazê bi kar anîn. Di wêne û dîmenên ku li ser medyayên dîjîtal de hatine parvekirin de diyar dibe ku gelek kes hatine desgîrkirin.
Polîsê Berlînê piştrast kir ku wan hin kes destgîr kirine, hêzên ewlekariyê ji hin çalakgeran xwestiye ku alên Ciwanên Azad ên Elman (FDJ) bilind nekin. FDJ tevgera fermî ya ciwanan a Komara Demokratîk a Elmanya ya Sosyalîst e.
Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan, Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan, ATÎF, MLKP û gelek rêxistinên sosyalîstî bi pankart û alên xwe ve tevlî merasîma bîranînê bûn. FED-KURD’ê jî bi danîna çelengê di şexsê Rosa Lûksembûrg de hemû şoreşger silav kir. Çalakî li Goristana Sosyalîstan bi dawî bû.