Li Berlîn û Londonê ji bo Guven çalakî hatin kirin

Ji bo balê bikişînin ser têkoşîna Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 77 roj in di grevê de ye, li Berlîn û Londonê çalakî hatin kirin.

BERLÎN

 

Bi daxwaza piştgirîkirin û bal kişandina ser rewaşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ev 77 roj in li dijî tecrîdê di grevê de ye çalakî hate kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku rewşa Leyla Guven li ber sînorê mirinê ye. Çalakiya bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a DESTDAN’ê hate kirin, saet 14:00’an di roja duyemîn de li Brandenbûrger Tor Parîzer Platzê hate kirin.

LONDON 

Li ser banga Meclîsa Jinan a Roj li paytexta Îngiltere Londonê li pêşiya parlementoyê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser berxwedana Leyla Guven û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate protestokirin. Di çalakiyê de bi gotina: “Bêdengî tê wateya sedema mirinê û wê berxwedana gel mezin bike” Serokwezîr Theresa May hate şermezarkirin û daxwaz hatekirin ku parlemento bikeve tevgerê.