Li ber Wezareta Karên Derve ya Elman çalakiya şermezarkirinê
Bi banga NAV-Berlîn û Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê êrişên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.
Bi banga NAV-Berlîn û Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê êrişên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.
Beriya çalakiya li paytexta Elmanya Berlînê heyetek ji NAV-Berlînê, dosyayek ji daxwazên xwe radestî rayedarên Wezareta Karên Derve kir.
Piştre çalakî hate lidarxistin û di axaftinên li qada çalakiyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk ji 15'ê Hezîrana 2024'an û vir ve li Başûrê Kurdistanê operasyoneke nû ya leşkerî dike.
Hate destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku bi rengekî demdirêj û li dijî hiqûqa navneteweyî Kurdistanê dagir bike.
Di axaftinan de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li ber vê êrişkariyê rabe, tedbîran werbigire û li dijî êrişkariya dewleta Tirk a faşîst bikeve nava liv û tevgerê.
Bi navê Young Struggle jî axaftin hate kirin û hate ragihandin ku dewletên mîna DYE û Elmanya piştgiriyê didin polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê û hate destnîşankirin ku êriş wê nikaribin berxwedana wan bişikîne.
Di dema çalakiyê de gelek belavok jî li ser mijarê hatin belavkirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.