LI DEN HAAG'Ê ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê komek çalakvan li pêşiya Wezareta Karê Derve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê lidar xistin. Di çalakiya ku di 5 û 6’ê Tebaxê de pêk hat de, gelek belavok hatin belavkirin. Çalakî ji aliyê derdor ve rastî eleqeyek mezin hat.
Çalakî wê roja Çarşemê li Amsterdamê ku wê rûniştina doza rojnamevanê Kurd Serdar Karakoç lê pêk were, dewam bike. Çalakvan wê li ber dadgehê bên cem hev û tecrîd û êrîşên dewletên Ewropayê yên li dijî çapemeniya azad şermezar bikin.